New York Times: Komên milîs ên Iraqê, bi çekên pêsketî êrîsî hêzên Amerîkî dikin
PeyamaKurd – Rojnameya New York Times di raportekê de diyar kir, komên milîs ên Iraqê, bi çekên pêşketî li dijî hêzên Amerîkayê êrîşan encam didin.
Li raporta New York Timesê: “Niha, çekên pêşketî ketine destê komên milîs ên Şîe yên Iraqê ku nêzîkî Îranê ne, ev jî gefeke nû li ser hêzên Amerîkayê yên li Iraqê derxistiye holê.”
Rojnameya Amerîkî eşkere kiriye: “Di nava du mehên borî de, çend xalên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî ji aliyê wan komên milîs be hatine armanckirinî ku çekên pêşketî tê de hatine bikaranîn, bi taybetî dronên pêşketî ku sîstema li dijî moşekan a Amerîkî ew nedîtine, vê yekê jî berpirsên Amerîkî nîgeran kiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin