New York Times: Li Iraqê dawiya sîstema siyasî hat û Iraq bibe 3 perçe

27 August 2022 20:32 0 dîtin
New York Times: Li Iraqê dawiya sîstema siyasî hat û Iraq bibe 3 perçe

PeyamaKurd – Li gor ragihandina Basnewsê; di rojnama Amerîkî ya bi navê New York Times de raporekî hat belavkirin û di raporê de behsa talûkeyên ku li Iraqê tên jiyandin, behsa tiştên di pişt perdê de diqewimin dike û weha dibêje:

“Iraq ber bi perçebûnê de diçe, desthilat û siyaseta Iraqê şel (felç) bûye. Li Iraqê dawiya sîstema siyasî hat. Iraq ji aliyê siyasî û asayîşê de felç bûye. Li Iraqê adalet û sîstema darazê serbixwe nîne, di bin kontrolê de ye.

Iraq bûye 2 cephe. Cepha yekem dixwaze Iraqê bike Îranî. Cepha dinê li hemberê vê yekê radiweste. Ev rewşa han wê bike ku Iraqê bi talûkeyên mezin re rû bi rû bimîne, heta xwediyê potansiyelekiye ku dikare Iraqê bixe nav şerekî navxweyî.”

Di raporê de fikr û ramanên pispor û rêvebiran jî hene û di beşên paşiyê de weha dibêje:

“Dubarekirina hilbijartinan, nûhkirina destûrê an guhertina qanûna hilbijartinan wê nebin çare. Ji ber rawestandina vê meşê gelek zahmete û dibe ku emrîwaqî şerekî navxwe derxin.

Herêma Kurdistanê û Erebên Sunne ji rewşê bi endîşe ne. Piranî dixwazin ku Iraq bibe 3 beş. Yanî Kurd, Sunnî û Erebên Şîa ji hev veqetin. Ji xwe rêya tekane ya çareseriyê ev e. Siyaseta Amerîkayê ya li Iraqê ji sala 2003 an û heya niha têkdiçe. Amerîka dixwest ku Iraq bibe welatekî yekperçe, nûjen û demokratîk lê di vê mijarê de biserneket. Ji ber wê çareseriya bi mantiq û ya rast ew e ku Iraq bibe 3 perçe.”