Sîstema trafîkê ya Herêma Kurdistan û Iraqê hate standardkirin

23 June 2024 18:48 0 dîtin
Sîstema trafîkê ya Herêma Kurdistan û Iraqê hate standardkirin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku sîstema trafîkê ya Herêma Kurdistan û Iraqê li hev hatiype goncivandin.

Rêveberê Beşa Ragehandin û Pêwendiyan a Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Iraqê Mihemed Alî ragihand ku li navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hevahengiyeke rasterast a trafîkê hatiye sazkirin.

Mihemed Elî da zanîn ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berhevkirina sîstema hevgirtî ya trafîkê, data û zanyariyên di destê Bexda û Hewlêrê de ne, li hev bên guhertin û cezayên trafîkê yên Hewlêr û Bexdayê bêne standartkirin, serdana Bexdayê kiriye.

Rêveberê Beşa Ragehandin û Pêwendiyan a Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Iraqê herwiha got: “Êdî di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de hevahengiyeke rasterast a ji bo hevgirtina sîstema trafîkê heye.”

Mihemed Elî amaje bi standardiya cezayên trafîkê jî kir û dom kir:

“Li dû wê sîstemê ceza bi awayekî rasterast dikarin bêne dayîn. Bi saya vê hevahengiyê, xwediyê otomobêleke hejmara wê ya Bexdayê ye, wê dikaribe cezayê xwe yê trafîkê li Herêma Kurdistanê jî bide û yên ku hejmarên wan ên Herêma Kurdistanê ne jî wê dikaribin cezayên xwe li parêzgehên Iraqê bidin.”