New York Times: Bi qasî 800 DAISîyên Tirk li Iraqê têne girtin

28 July 2019 23:42 0 dîtin
New York Times: Bi qasî 800 DAISîyên Tirk li Iraqê têne girtin

PeyamaKurd – Rojnameya New York Timesê di raporeke xwe de diyar kir ku bi qasî 800 jin û zarokên hemwelatiyên Tirkiyê di destê rêveberiya Iraqê de têne girtin û li benda dadgehkirinê ne.

Li gorî nûçeya BBCyê rojnameyê cih daye çîrokên wan malbatên DAIŞiyan û tê gotin, bi qasî 200 jin û zarokên DAIŞîyan bo Tirkiyê hatine vegerandin û ji ber israra malbatên wan ên Tirkiyê, êdî helwesta rêveberiya Tirkiyê jî diguhere û wan teslîm distîne.

Di rapora New York Timesê de tê eşkerekirin ku bi qasî hezar jin û zarokên DAIŞê yên Tirk ji aliyê hêzên Iraqê ve hatine binçavkirin ku piraniya wan jî dema Telefer sala 2017an ji destê DAIŞê hatiye derxistin, bixwe teslîm bûne.

Li gorî nûçeyê rayedarên Tirkiyê derbarê mijara jin û zarokên DAIŞê yên li Iraqê de ti agahiyan nade.

Di raporê de tê diyarkirin ku bi qasî 12 hezar girtiyên DAIŞê yên jin û zarok di girtîgehên Iraqê de ne û ji bo 26 jinan jî sizayê îdamê hatiye sepandin.