Tirkiyê li ser bûyera Singalê bertek nîsanî New York Timesê da

19 August 2018 01:55 0 dîtin
Tirkiyê li ser bûyera Singalê bertek nîsanî New York Timesê da

PeyamaKurd - Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê bertek nîşanê rojnameya New York Tîmesê da û wiha got: "Ev tişta dikin ne rojnamevanî ye. Bi vê xeberê dixwazin terorîzma PKKê veşêrin û meşrû nîşan bidin."

Kalin, derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û nûçeya ku di New York Tîmesê da derketibû rexne kir û wiha got:

"Rojnameya New York Tîmesê bi vê xeberê dixwaze terorîzma PKKyê veşêre û meşrû nîşan bide. Heke li gor vê mantiqê em biçin wê çaxê gelo Usame Bîn Ladîn jî qehreman e? Wê çaxê hûn dikarin Dragomîr Mîlosevîc û Ratko Mladîc jî wekî qehreman nîşan bidin?"

New York Timesê di nûçeya xwe ya 16ê Tebaxê de nivîsîbû:  Artêşa Tirkiyê, İsmail Ozdenê (Zekî Şingalî) yek ji fermandeyê PKKê di encama êrişeke hewayî li bakurê Iraqê de kuştiye, ku ji bo Êzdiyên Iraqê qaremanek bû, ji ber ku wî dema êrişa DAIŞê ser Êzidîyan gellekî alîkarîya wan kiribû.