Qeys Xezalî bertek nîsanî bombardimana Tirkiyê da: Em ê bêdeng nemînin!

02 February 2022 17:36 0 dîtin
Qeys Xezalî bertek nîsanî bombardimana Tirkiyê da: Em ê bêdeng nemînin!

PeyamaKurd -  Li ser êrîşa balafirên Tirkiyê ya şeva borî ya bi hinceta hebûna PKKê li Şingalê û dorûbera Kampa Mexmûrê, Rêberê Tevgera Esaîb Ehlî Heq a Iraqê Qeys El-Xezalî bertek nîşan da û bombardimana Tirkiyê şermezar kir.

Xezalî li ser medya civakî peyamek belav kir û tê de diyar kir ku ew wan êrîşên li dijî serweriya Iraqê qebûl nakin û ew dê li hemberî binpêkirinên dewleta Tirkiyê ya serweriya Iraqê û bombebaranana sivîlan a bi hincetên bêbingeh bêdeng nemînin.

Qeys El-Xezalî herwiha gotiye, “Di nava vê bêdengiya hikûmeta siyasî de, mixabin binpêkirinên eşkere yên ser serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve berdewam dike.”

Xezalî bombardimana Tirkiyê şermezar kir û got ku Tirkiye bêyî guh bide serweriya Iraqê destdirêjiya bejahî û xelkê wê dike û ev yek nayê qebûlkirin.