The New York Times: Rûxana aboriya Tirkî her diçe zêdetir dibe
PeyamaKurd – Di derbarê aboriya Tirkiyê de, rojnameya The New York Timesê hişyarî da û got, rûxana aboriya Tirkî her diçe zêdetir dibe, bandora bilindbûna bihayê dolaran li hember lîreyê Tirkî û vîrusa Koronayê jî vê metirsiyê zêdetir dike.
Li gor raporeke rojnameya The New York Times ya Amerîkî, metirsiyên rûxana aboriya Tirkiye roj bi roj zêde dibe, ev jî hevdem e li gel kêmbûna bihayê lîreyê Tirkî yê beramber dolarê Amerîkî, di encamê de rewşa kompanyayan dijwartir kir û encamên neyîniyên belavbûna virusa Korona jî li ser welatiyan kûrtir kiriye.
Herwiha rojname bal kişand ser daketineke berbiçav ên hemû pîvanên aboriyên li Tirkiyê hatiye tomarkirin û bihayê kalayên hawirde, wekî derman û benzînê bilind bûye. Her çend veberhênerên biyanî jî li wî welatî dilgiraniya xwe ji xeraptirbûna rewşê derbirîne jî, bi taybetî Receb Teyib Erdogan hewlên xwe yên ji bo bilindkirina lîreyê û palpiştiya geşbûna aboriya welatî zede kir, ev jî bandoreke berbiçav li ser karê wan çênekir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin