New York Timesê, plana artêsa Îsraîlê eskere kir
PeyamaKurd- Hat îdiakirin ku operasyona bejahî ya ku Îsraîlê plan dikir dawiya hefteyê li dijî Şerîda Xezayê ku êrîş lê berdewam in bike, ji ber "rewşa nebaş a hewayê" çend roj hat taloqkirin.
Karbidestên leşkerî yên Îsraîlî got ku operasyon di destpêkê de ji bo dawiya hefteyê hatibû plan kirin, lê bi qismî hat bipaşxistin ji ber şert û mercên hewayê ku dê ji bo pîlot û operatorên maşînên hewayî yên bêmirov dijwar be ku dorhêla hewayî bidin hêzên ku ji bejahiyê dikevin herêmê.
Li gorî sê karbidestên payebilind ên leşkerî yên Îsraîlê ku ji New York Times re axivîn û hûrguliyên ne nepenî derbarê planê de eşkere kirin, dema ku artêş xwe amade dike ku bikeve Xezayê, ferman daye bi deh hezaran leşkeran ku Xezayê bi dest bixin û Hamasê ji holê rakin.
Her wiha, hat diyarkirin ku fermanberên artêşê dibêjin armanca dawî, "hilweşîna" hiyerarşiya siyasî û leşkerî ya payebilind a Hamasê ye ku Xezayê kontrol dike û serkêşiya êrîşên ku hefteya borî 1300 kes li Îsraîlê kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin