New York Times: Generalên Rus, bêyî Putin li ser nukleerê civiyan!

02 November 2022 17:00 0 dîtin
New York Times: Generalên Rus, bêyî Putin li ser nukleerê civiyan!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji aliyê rojnameya Amerîkî New York Timesê hat ragihandin, generalên Rus di civîneke ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin beşdar nebûye de li ser bikaranîna çawaniya çeka nukleerî, dan û stendin kirine.

Li gorî agahiyên ku rayedarên payebilind ji bo New York Timesê ragihandine, generalên payebilind di rojên borî de li ser şerê Ukraynayê û bikaranîna dem û çawaniya çeka nukleerî axivîne.

Hat îdiakirirn ku di vê civîna van mijarên girîng hatine axaftin de Vladimir Putin ne amade bûye.

Di hûrgiliyên nûçeyê de tê gotin ku

“Nîqaşkirina rayedarên Rus a vê mijarê jî hêjayî rabûna ser tetikan e lewra ev yek nîşaneya têkçûna qada şer a hêzên Rus e. Gefên Vladimir Putin ên sergirtî ku dê çeka nukleerî bi kar bîne, ne tenê gotinkî ye.”