The New York Times: Rusan Kakhovkayê teqand!
PeyamaKurd- Di nûçeya Rojnameya New York Timesê de hat îdiakirin ku delîl hene ku Rusyayê santrala hîdroelektrîkê ya Kakhovkayê ya di bin kontrola Rusyayê de teqandiye.
Li gorî nûçeyê, di encama delîlan de hat gotin ku teqîna navborî, ji ber teqîna navxweyî ya ji aliyê Rusyayê ve hatiye destpêkirin pêk hatiye. Di raportê de hat diyarkirin ku endezyar û pisporên teqemeniyan delîl dîtin ku nîşan dide ku teqemeniyek ku di derbasgehekê de di qata beton a kargehê de teqiya û avahî hilweşand.
Santrala Hîdroelektrîkê ya Nova Kakhovka ya li herêma Hersonê ku di bin kontrola Rusyayê de ye, di 6ê Hezîranê de hatibû teqandin.
Endezyar diyar dikin ku encax piştî ku av bi tevahî were valakirin, ew çax dibe ku sedemên hilweşînê bi rêk û pêk werin destnîşankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin