New York Times: Amerîka ji bo kustina generalên Rûs, îstîxbaratê dide Ukraynayê

05 May 2022 17:04 0 dîtin
New York Times: Amerîka ji bo kustina generalên Rûs, îstîxbaratê dide Ukraynayê

PeyamaKurd-Li gorî nûçeya ku ji Rojnameya New York Times hat belavkirin, Amerîka ji bo hedefgirtina generalên Rûs, îstîxbaratê dide Artêşa Ukraynayê. Hat zanîn ku piraniya îstîxbaratê, li ser herêma Donbassê hatiye dayîn.

Rojnameya New York Times a ku navenda wê li Amerîkayê ye, ragihand ku rayedarên payebilind ên Amerîkayî, ji bo rojnameya wan gotine ku ji aliyê Washingtonê ve îstîxbarat hatiye dayîn û li ser vê jî gelek generalên Rûs, ji aliyê Artêşa Ukraynayê ve hatine kuştin. Di derbarê hejmara kuştina generalan de agahî nehatin dayîn lê Ukraynayê ji bo êrîşên navborî ragihandibû ku 12 generalên Rûs, di encama êrîşan de hatine kuştin.

Li gorî rojnameyê, Amerîka li ser liv û tevgera leşkerên Rûs ên li Donbassê jî agahiyan dide Artêşa Ukraynayê û hat diyarkirin ku alîkariya Amerîkayê ya çek û cebilxaneyan ku milyar dolaran derbas dike, yek ji parçeyên alîkarî û îstîxbarata Amerîkayê ye.