The New York Times: Li pist kustina Fexrîzade Îsraîl heye

29 November 2020 00:49 0 dîtin
The New York Times: Li pist kustina Fexrîzade Îsraîl heye

PeyamaKurd – Rojnama Amerîkayê ya New York Times ê nûçeyekî belav kir û çavkaniya nûçeya xwe bir ser desthilatdarên rêvebiriya Amerîkayê û got ku li pişt kuştina fîzîkzanê nukleerî yê Îranê Mûhsîn Fexrîzade Mahabadî dewleta Îsraîlê heye.

Mûhsîn Fexrîzade endazyarê bernameya nukleerî ya Îranê bû û rojaname agahiyan ji devê 3 rêvebirên Amerîkayê hîn bûye ku li pişt kuştinê Îsraîl heye.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser kuştina Fexrîzade Îsraîlê sûcdar kiribû.

Li ser hesabê medya civakî ya bi navê Sepah Cybery ku nêzî artêşa Îranê ye ragihandibû ku di kuştina Mûhsîn Fexrîzade de 12 kes cîh girtine.