Moskova, welatê li pist kustina generalê xwe ye ragihand û sonda tolhildanê xwar
PeyamaKurd – Çapemeniya Ûkraynayê ragihand ku kuştina tumgeneralê Rûsyayê yê bi navê İgor Kirillov ji aliyê serwîsa Ewlehiya Ûkrayna de hatiye kirin. Li ser gotinên çapemeniya Ûkraynayê, Moskovayê ragihand ku wê tola general Kirillov hilde.
Tumgeneral İgor Kirillov fermandarê an ku serokê artêşa Rûsyayê yê beşa parastina yekîtiya radyolojik, kîmyewî û biyolojik bû.
Malpera xeberan ya bi navê RBK-Ukrainayê bingeha xeberê bir ser çavkaniyên xwe û got ku li Moskovayê di teqîna di apartmanekî de Kirillov hatiye kuştin û ev operasyona han, serwîsa ewlehiya Ûkraynayê kiriye. Di çavkaniya xeberê de hat gotin ku:
“Kirillov, sûcdarekî şer bû û li hemberê leşkerên Ûkraynayê fermana bikaranîna çekên qedexe yên kîmyewî daye û lêxistina wî rewabû. Herkesê Ûkraynayiyan bikuje wê encama wan jî weha be. Cezakirina sûcdarên şer dê her bibe.”
Serwîsa Ewlehiya Ûkraynayê rojekî berya kuştina general de lêpirsînê daye destpêkirin û dibêje ku sûcên general kiriye, bi belge ne.
Kirillov ferman daye ku di cepha şer de li hemberê leşkerên Ûkraynayê de, ku çekên kîmyewî bikarbînin, çek jî qedexene û ji destpêka şer heya niha 4.800 car li hemberê leşkerên Ûkraynayê çekên kîmyewî bikaranîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin