Pistî kustina generalê Rûsya, 2 balafirên Rûsyayê xistin
PeyamaKurd- Piştî li Dêrezorê tumgeneralekî Rûsyayê di teqînê de mir, li bajarê Idlibê, li navçeya Salqînê du balafirên Rûsyayê yên bê mirov hatin xistin û xistina wan balafiran ji aliyê xelkê de hatin kişandin û belavkirin.
Balafirên ku hatin xistin ji aliyê Bakûr de jî hatin dîtin. Xelk li dora balafira Rûsyayê ya xistî civiya û kêfxweşiya xwe nîşan dan.
Li aliyê dinê îro balafirên Rûsyayê yên ku destekê didin rejîma Sûriyê, li Idlibê li deverên cuda bi balafiran bombebaran kirin. Êrîşên balafiran ji deh caran zêdetirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin