New York Times: "Amerîka li Yemenê pistgiriyê dide Siûdiyê"

05 May 2018 00:16 0 dîtin
New York Times: "Amerîka li Yemenê pistgiriyê dide Siûdiyê"

PeyamaKurd - Rojnameya Amerîkî ya bi nav û deng New York Timesê îdîa kir ku Pentagonê derew kir û Amerîka li Yemenê piştgiriyê dide  hêzên Erebistana Siûdiyê. 

Li gor New York Timesê Amerîka bi hêzên şerker piştgiriya şerê Erebistana Siûdiyê ku li Yemenê birêvedibe dike. Lewra heya duhî Wezareta Berevaniya Amerîkayê Pentagonê ragihandibû ku piştgiriya wan ya bi Riyadê re tenê di warê lojîstîk û îstixbarî de bûye. 

Rojnameya New York Timesê derxiste holê ku komandoyên Amerîkî yên wek “KumKesk” tên binavkirin ji heyva berfenbara 2017an li ser sînorê Erebistana Siûdî û Yemenê hatine bicihkirin û rola wan tesbîta moşekên balîstîk yên Hûsiyan û sengerên ku ev moşek jê têne avêtin ji holê rakirin e.

Herwiha rojnameyê di hejmara xwe ya îro de rêveberiya Trump sucdar dike ku rayagiştî şaş agahdar kiriye. Di heyva adarê de li rûniştina Senatoyê Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Votel li ser pirsa ku ‘Îhtîmala eskerên Amerîkî û Hûsî werin hemberî hev heye?’  gotibû: “di pevçûnan de em ne teref in.”  Rojname eşkere dike ku bo çi ev bersiva xapînok hatiye dan:
Eskerên Amerîkî herî kêm li 14 welatan bi rêxistinên dijminên Amerîkayê yan jî grûbên tundrev yên bi wan re têkildar şer dike. 

Hûsî ji Amerîkayê re ne tehdîd bin jî piştgiriya xwe ji Îranê digrin. Lewra komandoyên li ser sînorê di nevbera Erebistana Siûdî û Yemenê de hatine bicihkirin wê rîskê bi xwe re tîne ku bi Îranê re were hemberî hev ku ev welat hedefa Îsraîl û Siûdiyê ye jî.