New York Times: "Amerîka dê zextên nû li ser Tirkiyê bisepîne"

15 August 2018 21:51 0 dîtin
New York Times: "Amerîka dê zextên nû li ser Tirkiyê bisepîne"

PeyamaKurd - Hat îdîa kirin ku Amerîka haziriya sepandina mueyîdeyên nû bo Tirkiyê dike ku yek ji wan ew e ku heke Keşe Andrew Brunson neyê serbest berdan, wê hin sînordarkirinan deynin ser şirketa Rêyên Hewayî ya Tirk (THY) .

Li gor agahiyên nûçeya rojnameya New York Times a Amerîkî, heke Keşe Andrew Criag Brunson neyê berdan, sepandina danpêkirinan wê destpê dike. Lewra Amerîkayê heftiya borî, heta îro molet dabû Tirkiyê.

Rayedarên pilebilind ji Helene Cooper û Eric Schmittê re axivîne û gotine yek ji wan danpêkirinan ku werin sepandin ew e ku, wê şirketa Rêyên Hewayî ya Tirk (THY) were sînordarkirin. Herwiha rayedarên Amerîkî daxwaza serbest berdana zanyar Serkan Golge ku nêzîkî salekê girtî ye û sê xebatkarên Konsolosxaneya Amerîkayê yên hemwelatiyên Tirkiyê jî kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku doh Koşka Sipî heta 2-3 rojan an heftiyek molet dabû Tirkiyê bo Pastor Andrew Brunson were azadkirin.