Times: Krîza di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de kûr e û dibe ku demeke dirêj jî dewam bike

19 July 2019 11:00 0 dîtin
Times: Krîza di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de kûr e û dibe ku demeke dirêj jî dewam bike

PeyamaKurd – Rayedarên payebilinnd ên ku ji rojnameya amerîkî Timesê re axivîn diyar dikin ku ji ber mijara s400an derxistina Tirkiyê ji bernameya F35an rast e lê krîza ku derketiye ji bo NATOyê krîzeke mezin e.

Cîgirê Sererkanê Amerîkayê yê Berê Jack Keane ragihand ku bi dehan salan NATO bi krîzeke wiha re rû bi rû nemaye. Balyozê Berê yê Amerîkayê li Enqerê Eric Edelman jî got ku krîza di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de kûr e û dibe ku demeke dirêj jî dewam bike.

Rayedarên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar dikin ku dê Tirkiyê ji bernameya F35an were derxistin. Rayedarên amerîkî amaje dikin ku teknîsyenên rûsî yên ku bo 5 salan şêwirmendiya S400an bikin, dibe ku agahiyên nepen yên di derbarê F35an de berhev bikin.

Eric Edelman wiha axivî: “Amerîka û Tirkiyê di warê peywendiyan de di krîzekê kur de ne. Tirkiye welatekî girîng e û Tirkiyeyeke demokratîk dikare bibe hevpeyamenekî xurt yê NATO û Amerîkayê û divê bibe jî.”