Krîza sîxur di navbera Rûsya-Brîtanya-Amerîkayê de kûr sibe

02 April 2018 00:20 0 dîtin
Krîza sîxur di navbera Rûsya-Brîtanya-Amerîkayê de kûr sibe

PeyamaKurd - Piştî krîza li Ingîltereyê bi jehrîkirina sîxurê berê yê dualî yê Rûsî di navbera Ingîltere û Rûsyayê de dest pê kiribû û bi tevlîbûna gelek welatên Ewropa û Amerîkayê domiyabû, bi daxistina alaya Amerîkayê li Konsolosxaneya Amerîkayê li bajarê St. Petersburga Rûsyayê rengekî din girt. 

Balafira ji bo hilgirtina dîplomatê Rûs û malbatên wan çubû Amerîkayê vegeriya Rûsyayê.

Piştî biryara Rûsyayê ku bersiva Amerîkayê dabû li Konsolosxaneya Amerîkayê ki St. Petersburgê ala hate daxistin. Kosolosxana ku hate girtin îro dê bê valakirin. Herwiha firokeya İl-96-300 'Rossiya' ku xizmeta rêvebirên payebilind dike gihîşte balefirgeha Vnukovo ya Moskovayê.                                                    


Ji Koşka Spî daxuyaniyek grîng

Rêveberiya Amerîka, li ser biryara Rûsyayê ku dîplomatên Amerîkî dersînor dike diyar kir ku, “Ev yek îşareta têkçûna pêwendiyên di dav bera Amerîka û Rûsyayê de ye.” 

Der barê mijarê de berdevka çapemeniyê ya Koşka Spî daxuyaniyek nivîskî bela kir û tê de destnîşan dike ku biryara Rûsyayê ne rast e.

Di daxuyaniyê de wiha hate ifadekirin, "Pêngava ku îro ji bo dersînorkirina dîplomatên Amerîkî ji aliyê Rûsyayê ve hate avêtin, elametê xerabtirbûna pêwendiyên Amerîka-Rûsyayê ye.

Biryara Amerîka û ji 20an zêdetir welatên endamên NATOyê ku rêvebirên Îstîxbarata Rûsyayê dersînor dike, berbihev bû ji êrîşa Rûsyayê ku li Ingîltere kirî. Bersiva ku Rûsya dayî ne ku nedihat hêvîkirin Amerîka wê ji heq vê derê."

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ragihandibû ku wê bersiva welatên ku dîplomatên Rûs dersînor kirin bête dayîn.
 
Herwiha di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat diyarkirin ku li Balyozxana Amerîka ya Moskovayê peywirdar 58 karmend ligel wan li konsolosxana Amerîka ya Yekaterinburgê jî du xebatkar wek ‘kesên nayên xwestin’ hatine îlankirin û heta 5ê Nîsanê divê terka sînorê Rûsyayê bikin û ev biryar ji Balyozê Amerîka Jon Huntsman re hat ragihandin.

Sedema li Ingîltereyê sîxurekî Rûsî yê kevn bi kîmyayê hatibû jehrîkirin, ji ber ku Rêveberiya Amerîkayê Rûsya tawanbar dike 60 dîplomatên Rûsî li Washington û New Yorkê peywirdar dersînor kirin û biryara girtina konsolosxaneya Rûsyayê ya Seattle stendibû.