Di navbera Rûsya û Almanya de krîza gestên asmanî derket

03 June 2021 20:58 0 dîtin
Di navbera Rûsya û Almanya de krîza gestên asmanî derket

PeyamaKurd –  Krîza geştên asmanî di navbera Rûsya û Almanya de derket.

Li gor zanyariyan, ji ber ku Rûsya destûra kompaniya Almanî Lufthansa nû nekir, wê kompaniyê tevahiya geştên xwe yên ji bo Rûsya rawestand. Herwiha Almanya, destûrên tevahiya balafirên rêwiyan ên Rûsî ku asmanê wê bi kar tînin jî ragirtin.

Kompaniya Almanî a Balafirvaniya Sivîl Lufthansa, piştî ku plana geştên ji bo meha Hezîranê ji aliyê Rûsya ve nehate pesendkirin û destûrên pêwîst nehatin dayîn, destûra bikaranîna asmanê xwe ji bo kompaniyên Rûsî Rus Aeroflot û S7 ragirt û nahêle ew kompanî li balafirgehên wê jî bêne xwarê.

Rêveberiya Karûbarên Asmanî ya Federal li Almanya di daxuyaniyekê diyar kir, heta ku helwesta Rûsya neyê guhertin, Almanya jî destûrê nade balafirên Rûsî.

Piştî çend saetan ji vê krîzê, her du welat gihîştin rêkeftinekê ku asmanê xwe li ber balafirên geştiyaran vekin, lê heta niha Wezareta Gihandina Almanya tu daxuyanî di vê derbarê de nedaye.