Di navbera Rûsya û Brîtanya de krîza dîpolomatan

13 October 2018 16:05 0 dîtin
Di navbera Rûsya û Brîtanya de krîza dîpolomatan

PeyamaKurd- Piştî Brîtanya ragihand ku wê vîze nede dîplomatên Rûsyayê, Rûsya jî heman biryarê da û got ku wê ew jî vîze nedin dîplomatên Brîtanyayê.

Bi sedema krîza Skrîpal ku Brîtanya Rûsyayê bi jehrdana wî tewanbar dikir, balyozê Rûsyayê yê li Brîtanya Aleksander Yakovenko got ku wan îzin nedaye ku dîplomatên Brîtanyayê da vegerin.

Yakovenko weha got: “ Di encama ku Brîtanya îzin neda dîplomatên me da bi paşde dagerin, em nikarin ciyên wan dagirin.”

Bersiv ji Rûsyayê hat. Serokê komîta Rûsyayê ya pêwendiyên derve Kosaçev got wê bixebitin da mijarê bi rêya dîplomasiyê helbikin. Eger nebe em ê bi heman şêweyê bersivê bidin.