Amerîka bi sedan leskeran disîne Erebistana Siûdî

18 July 2019 19:46 0 dîtin
Amerîka bi sedan leskeran disîne Erebistana Siûdî

PeyamaKurd – CNN Internatiolê bi zarê rayedarekî pilibilind ê Pentagonê ragihand ku Amerîka amadekariyê dike 500 leşkeran bişîne Baregeha Hewayî ya Emîr Siltan a Erebistana Siûdî ku li paytext Riyazê ye.

Li gorî agahiyan, ew hêza nû ya Amerîka dê ji bona Îranê û li Baregeha Hewayî ya Emîr Siltan were bicihkirin.

Baregeha Hewayî ya Emîr Siltan li rojhilatê Erebistanê  ye ku bi sedema moşekên Îranê nagihin wê derê ew der hatiye hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye hejmarek pisporên Amerîkî jî beriya niha ji bo danîna sîstema parastina hewayî ya Patriotan çûbûn Baregeha Hewayî ya Emîr Siltanê.