CBS: Amerîka hêzeke taybet a 1500 leskeran disîne Iraq û Sûriyê
PeyamaKurd – Di demeke ku êrîşên komên milîs ên Îranê bi ser hêzên Amerîkî yên li Iraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zêde bûne de, Amerîka amadekariya şandina hêzeke taybet a 1500 leşkeran bo Sûriye û Iraqê dike.
Li gorî ragihandina televizyona CBS a Amerîkî, Amerîka di bin hinceta têkoşîna dijî DAIŞê de, amadekariya şandina 1500 leşkeran bo Sûriye û Iraqê dike.
Hate ragihandin, hêza tê şandin ji sala 2008an ve hêza herî mezin e û dê ew hêza taybet ji nav Artêşa Pasevanên Netewî ya Artêşa New Jerseyê tê şandin.
Fermandarekî wê hêza bê şandin ê bi navê Omar Minnot ragihandiye, "Em xwedî personel û her cûre perwerdeya pêwîst in. Herwiha her cûre çek û alavên me yên şer û serkeftinê hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin