Amerîka: Sirbistan li ser sînorê Kosovayê hêzeke leskerî ya "bêmînak" ava dike

30 September 2023 10:31 0 dîtin
Amerîka: Sirbistan li ser sînorê Kosovayê hêzeke leskerî ya "bêmînak" ava dike

PeyamaKurd – Piştî pevçûnên li ser sînorê Sirbîstan û Kosovayê yên ku di 24ê Îlonê de dest pê kiribûn, alozî berdewam kir, Qesra Spî hişyarî da Sirbîstanê ku hêzên ku li ser sînor bicîh kirine "vekişîne".

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên rojnamevanan da û diyar kir, wan li ser sînorê Kosovayê avakirina hêzeke leşkerî ya "bêmînak" ya Sirbîstanê dîtine û dîtin ku ev pêşketin "pir bêîstiqrar e."

Amerîka: Divê Sirbîstan hêzên xwe ji sînorê Kosovayê vekişîne

Kirby bang li Sirbîstanê kir, hêzên xwe ji sînor vekişîne û "beşdarî kêmkirina aloziyê bibe."

Kirby herwiha got, divê bûyera ku di encama gulebarana hêzên Sirbî li bakurê Kosovayê di 24ê Îlonê de bû sedema kuştina efserekî polîs bê lêkolînkirin. Kirby destnîşan kir, divê "nêzîkî 30 kesên" ku tê îdiakirin beşdarî êrîşê bûne bên lêpirsînkirin û sûcdar bên darizandin.

Kirby eşkere kir, çekên ku li Kosovayê hatine desteserkirin ne tenê ji bo personelên li herêmê ji bo personelên navneteweyî jî di nav de leşkerên NATOyê jî hene û wiha got: "Li gor geşedanan hebûna Hêza Aştiyê ya NATOyê ya li Kosovayê (KFOR) wê bê xurtkirin."