Amerîka bi sedema balona îstîxbaratê 6 sîrketên Çînê xist nav lîsta res
PeyamaKurd – Wezareta bazirganiyê ya Amerîkayê bi sedema ku di 4 ê sibatê de li esmanê Amerîkayê balona îstîxbaratê ya Çînê dîtibû û ji ber 6 şîrket destekê dabûn bernama Çînê ya balonan, wezaret wan xist nav lîsta reş. Wezareta bazirganiyê ya Amerîkayê di mijarê de weha got:
“Her 6 şîrket ji bo nûjenkirina leşkerî, bi taybetî ji bo Aretêşa Rizgariya Gel PLA yê, keştiyên hewayî yên ku ji bo îstîxbarat û keşfê bikartînin, alavên ku di çêkirina balon û keştiyan de bikartînin û bi wan destek dikin, me wan xist nav lîsta reş.”
Her 6 şîrketên ku ketine nav lîsta reş ev in:
Şîrketa teknolojiyê ya hewa û fezayî Pekin Nanjiang, Şîrketa Grûba Çin Elektronik û Teknoloji, Enstîtuya lêkolînê ya 48em, şîrketa Dongguan Lingkong, Eagles Men ya karên hewayî, Guangzhou Tian-Hai-Xiang û Shanxi Eagles Men in. Wê van şîrketên navborî nikaribin xwe bigihînin agahiyên teknolojik yên Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin