Amerîka: Di nav 24 seetan de 4 caran êrîsê yekîneyên me kirin
PeyamaKurd – Amerîkayê ragihand ku di nav 24 seetan de 4 car êrîş çûye ser yekîneyên Amerîkayê yên li Sûriyê. Rêvebirekî artêşa Amerîkayê ji bo ajansa Reutersê ragihandiye ku nêzî seha petrolê ya El Ömerê û baregeha El-Şeddadê ya Amerîkayê jî di nav de, di êvara Yekşemê de 3 caran êrîş birine ser wan.
Roja duşemê an ku îro bi dronê êrîş birine ser yekîneyên Amerîkayê yên li Rimêlan, dronekî xistine û ya dinê zerarê daye 4 konan. Di êrîşan de kesekî birîndar nebûye lê tenê zerara maddî çêbûye.
Roja Yekşemê Amerîka êrîşan biribû ser grûbên çekdar yên Îranî an terefdarên Îraniyan û êrîş piştî êrîşên Amerîkayê hatin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin