Amerîka: Em bi awayekî bihêz pistevaniya xwe ji Serokwezîrê Iraqê re radigihînin
PeyamaKurd – Amerîka bi peyamekê li dijî çekdarên milîs ên Heşda Şeibî piştgiriya xwe ji bo Serokwezîrê Iraqê re ragihand.
Milîsên Heşdî Şeibî do êvarî ji ber girtina fermandarê operasyonên Heşda Şeibî li Enbarê Qasim Muslih dest li ser piraniya navçeyên Bexdayê de girt û çavkaniyên çapemeniyê jî ragihand, wê hêzên mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî dorpêç kirine.
Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê îro 27.05.2021ê di tora xwe ya civakî ya fermî ya twitterê de diyar kir: ‘‘Em bi awayekî bihêz piştevaniya xwe ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re radigihînin ku serweriya yasa disepîne û rê xweş dike bo hilbijartinan.’’
Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê, pêwîst dibîne ku lêkolîn li gel herkesekî bê kirin, ku hemwelatiyan dike armanc û ew alî û kes jî şermezar kirin ku tundiyê li Iraqê tehrîk û teşfîq dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin