Amerîka êrîsên nû bir ser Hûsiyên Yemenê

15 February 2024 01:23 0 dîtin
Amerîka êrîsên nû bir ser Hûsiyên Yemenê

PeyamaKurd – Fermandariya Navendê ya artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li Yemenê êrîşan birine ser hinek baregehên Hûsiyan. CENTCOMê got ku êrîş bi sedema berevaniya xwe kirine. Di mijarê de CENTCOMê got:

“Di 13ê Sibatê de seet di 14.35an de hêzên CENTCOMê êrîşê birin ser devera Hûsiyan ku di bin kontrola Îranê de ne. Di êrîşê de bataryekî fuzeyan ya seyrê ya keştisawaran (ASCM) ku mobîl bû ji nav hat birin. Her weha seet di 21.20an de, li devera di bin kontrola Hûsyan de, li Kendava Adenê ASBMyekî berdan. Lê fuze li nêzî ti keştiyekî neketiye. Ji ber wê me mudaxele nekir.”