Amerîka: Hevkariya Tirkiye û Ukraynayê îstiqrara herêmî xurttir dike

04 February 2022 12:59 0 dîtin
Amerîka: Hevkariya Tirkiye û Ukraynayê îstiqrara herêmî xurttir dike

PeyamaKurd Amerîka di daxuyniya xwe ya rojane de, piştgirî da hevkariya di navbera berevaniya Ukrayna û Tirkiyê de.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîka Ned Price da zanîn, ew hevkarî îstiqrara herêmî û şiyana berevaniya Ukrayna xurttir dike.

Price derbarê serdana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya li Ukrayna û firotina balafirên bêmirov axifî û eşkere kir: “Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, serdana Kîevê dike û li gor me hevkariya endamê NATOyê Tirkiye û Ukraynayê îstiqrara herêmî xurttir dike.”

Herwiha eşkere kir, bi wê hevkariyê wê şiyana berevaniya Ukrayna ji berê çêtir bibe.

Di berdewamiyê de Price destnîşan kir, Amerîka jî bo ewlekariyê alîkariya Ukrayna kiriye û diyar kir, ew hevbendên xwe teşwîq dikin ji bo ew rê li ber dagirtina Rûsya bigirin û piştgiriyê bidin Ukraynayê.