Amerîka hinek alavên F-35an wê nede Tirkiyê

02 April 2019 01:18 0 dîtin
Amerîka hinek alavên F-35an wê nede Tirkiyê

PeyamaKurd- Li gor ragihandina ajansa Reutersê Amerîka wê hinek alavên bi balafirên F-35an re têkildarin, nede Tirkiyê û di vê mijarê de agahî dane Tirkiyê.

Li gor ajansê kesên ku agahiya vê nûçeyê dane, nexwestine navên wan bên aşkerakirin û gotine ew alavên ku di sewqiyata pêşiya wan de, dê bihatina şandin bo Tirkiyê û tîmên perwerdê jî di nava wan de, şandina wan betal kirine.

Di biryarê de kirîna S-400an ji Rûsyayê li ser biryara Amerîkayê tesir ku dibêje sîstema S-400an, balafirên F-35 an dixe talûkê. Di vê mijarê de heya niha Pentagon ti ragihandinê nekiriye lê di nêz de, zîrweya NATO yê wê li Washingtonê bêkirin û wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu wê civînê de li ser mijarê raweste û biryara dawî bê dayîn.