Amerîka: Ji bo nexserêya Minbicê em amade ne!

12 June 2018 10:03 0 dîtin
Amerîka: Ji bo nexserêya Minbicê em amade ne!

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis li ser Minbicê û nexşerêya bi Tirkiyê re daxuyaniyek da û got ku em amade ne ku “Nexşerêya Minbicê” têxin pratîkê.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis wiha berdewam kir: Ji bo hevkariya leşkerî ya Tirkiyê û Amerîkayê em amade ne. Jixwe şandeyên me wê li Elmanyayê vê heftê bi hev re civînekê pêk bînin. Hefteya bûrî wezîrên karên derve yên her du dewletan civînek çêkiribûn û li ser nexşerêyê li hev kiribûn. Êdî niha em dixwazin ku li qadê jî bi hev re bimeşin.

Mattis got ku di destpêkê de li her du aliyên tixûban dewriye wê werin avêtin. Piştî vê re jî dibe ku li nava Minbicê jî dewriye werin avêtin.