Amerîka ji Îranê dixwaze milîsên Siî li Iraqê bêçek bike
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derveyî yê Amerîkayê Mike Pompeo, bangewazî li Îranê kir ku hilberîna çekên nukleerî bisekinîne û piştgiriya li rêxistinên terorî yên Rojhilata Navîn qut bike yan dê "zextên herî giran ên dîrokê bi ser wê de bisepînin."
Pompeo, li saziya fikrî The Heritage Foundationê axivî û der heqê stratejiya Amerîkayê ya li dijî Îranê de daxuyanî da.
Pompeo got divê bi Îranê re peymaneke nû were çêkirin û ji bo vê jî şertnameyeke 12 maddeyî eşkere kir.
Wezîrê Amerîkî got divê Îran hemû xebatên xwe yên çekên nukleerî berê û niha eşkere bike û hilberîna uranyumê bidawî bîne.
Diyar kir ku divê Îran rê bide ku IAEA tesîsên wê kontrol bike û ceribandinên moşeka balîstîn bisekinîne.
Herwiha daxwaz kir ku welatiyên Amerîkayê yên girtî serbest bibin û piştgiriya Îranê li Hizbullah, Hemas û Îslamî Cihad jî di nav de li hemî rêxistinên terorî were bidawîanîn.
Wek din got divê Îranê rêzê li serweriya Iraqê nîşan bide û milîsên Şiî bêçek bibin û ji nû ve werin entegrekirin. Ji bo Hêza Qudsê jî got divê piştgiriya xwe bidawî bîne û Îsraîl û welatên herêmê tehdîd neke.
Pompeo got eger Îran van neke dê zextên herî giran ên dîrokê bi ser wê de bisepînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin