Pence: Îranê ji bo Iraqê ferman daye milîsên xwe ku êrîsî hêzên Amerîka nekin!

09 January 2020 19:41 0 dîtin
Pence: Îranê ji bo Iraqê ferman daye milîsên xwe ku êrîsî hêzên Amerîka nekin!

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence ragihand ku zanyariyên îstîxbaratî gihiştine ber destê wan ku Îranê ferman daye komên milîs ên li Iraqê daku êrîşî binkeyên Amerîkayê nekin.

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence di hevpeyvîneke televîzyona CBS News a Amerîkî de ragihand, wan peyama xwe daye Îranê û hêvîdar in ku ew peyam bigihîje cihê xwe.

Pence, li ser pirsa, ‘Gelo Amerîka dê çi bike, eger Îran li ser şerê bi wekalet û kiryarên xwe berdewam be?’ wiha got:

"Îran ev zêdetirî 20 sal in sponsoriya terorê dike. Lê belê Amerîka berdewam dibe di rûbirûbûna Îranê bi wî şêweyê ku Trump destpêka destbikarbûna îdareya xwe de encam da.”

Derbarê stratyejiya Amerîkayê li hember Îranê di pêşerojê de, Pence da zanîn ku Amerîka ne li pey guhertina rejîma Îranê ye û dixwaze rejîma heyî helwesta xwe biguherîne.

Hêjayî gotinê ye doh Pentagonê jî ragihandibû ku Îranê bi qest hêzên Amerîkî nekirine armanc ku wan li gor zanyariyên îstîxbaratî hêzên xwe veguhastibûn û asta bergirî û parastina hêzên Amerîkî zêde kiribûn.