‘Wezareta Iraqê agahiyên 9 milyon hemwelatiyan daye Îranê’

26 January 2019 15:33 0 dîtin
‘Wezareta Iraqê agahiyên 9 milyon hemwelatiyan daye Îranê’

PeyamaKurd – Televizyona El Erebiya ya Erebistana Siûdî îdia kir ku Wezareta Navxweyî ya Iraqê agahiyên nasnameyên 9 milyon hemwelatiyên Iraqê dane rêveberiya Tehranê.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku agahiyên nasnameyên welatiyên Iraqê bi rêya Hizbûllahê di heyama serokwezîrtiya Heyder Ebadî de bo Îranê hatine veguhestin.

Wezareta Navxweyî ya Iraqê jî li ser îdiayên nûçeyê ragihand ku ew îdia bi temamî bêbingeh in û ne mimkun e agahiyên welatiyan bo derve hatibin veguhestdin.