Medya Iraqê: Fermandarê Hêza Qûds a Îranê Îsmaîl Qaanî li Iraqê ye

13 September 2022 21:00 0 dîtin
Medya Iraqê: Fermandarê Hêza Qûds a Îranê Îsmaîl Qaanî li Iraqê ye

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Hêza Qûds a bi ser Supaya Pasdarên Îranê ve Îsmaîl Qaanî serdana Iraqê kir.

Li gorî medya Iraqê Qaanî li Kerbelayê beşdarî merasîma Îmam Hûseyîn bûye, lê behsa ti bernameyeke wî ya hevdîtinan ligel rayedarên Iraqê nehate kirin.

Çapemeniya Iraqê derbarê armanca sereke ya serdana Qaanî ya ji bo Iraqê de, ti zanyarî belav nekirine.

Hêjayî gotinê ye, pefteya borî jî şandeke ewlehiyê û îstîxbaratê ya Tirkiyê bi serokatiya misteşarê MÎTê Hakan Fîdan serdana Bexdayê kiribû û bi serokomarê Iraqê Berhem Salih, serokwezîr Mistefa El-Kazimî, serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî, nûnerê sûniyên li Iraqê Xemîs Xencer, wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hûsen û hejmarek rayedarên din re civiyabû.