Kurdek bû Fermandarê Gistî yê Hêza Esmanî ya Iraqê
PeyamaKurd- Lîwa Şehab Zengene, wek Femandeyê Giştî yê Hêza Asmanî ya Iraqê di Wezareta Bervaniya Iraqê de dest bi kar bû.
Lîwa Şehab Zengene, xelkê bajarokê Kifrîye û niha li Hewlêr rûniştîyê. Navhatî dû roje dest bi kar kirîye.
Di hevpeyvînekê de bo çapemeniyê de, Lîwa Şehab Zengene ragihand, ev peywir pişka Kurdan e û dû roj e, bi fermana Wezîrê Berevaniya Iraqê dest bi kar kiriye. Herwiha got: Ev peywir bo Kurdan giringiya xwe heye.
Lîwa Şehab Zengene, ji daykbûyê sala 1962ê ye. Berê berpirsê kontrolkirinan bûye li Fermandeya Hêzên Asmanî, niha jî wek Fermandeyê Giştî yê Hêza Asmani ya Iraqê dest bi kar kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin