Fermandarê paye bilind ê Hêza Qûds a Îranê ji koronayê mir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku fermandarekî payebilind ê hêza Qûds a Îranê ku herî dawî li Iraqê erkdar bû, ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Ajansa Tesnîm a Îranê ragihandiye ku Emîd Ebdulresûl Mehmûdabadî ku yek ji fermandarên payebilind ê Hêza Qûds a Îranê ye, ji ber nexweşiya vîrusa koronayê îro 6ê Kanûnê jiyana xwe ji dest daye.
Hatiye diyarkirin ku Ebdulresûl Mehmûdabadî, li Iraqê bi vîrusa koronayê ketiye. Mehmûdabadî beriya niha li gel fermandarê giştî yê berê yê hêza Qûdsê Qasim Silêmanî kar kiriye û li Sûriyê jî beşdarî erkên leşkerî bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin