AA: Fermandarê payebilind ê YPGê di êrîsa MÎTê de hat kustin

24 July 2022 14:07 0 dîtin
AA: Fermandarê payebilind ê YPGê di êrîsa MÎTê de hat kustin

PeyamaKurd – Ajansa Anadol (AA) a fermî ya Tirkiyê îro 24ê Tîrmehê ragihand ku li gor agahiyên Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê berpirsê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ê Kobanê Şahîn Tekîntangaç ê bi nasnav Kendal Ermenî bi operasyonekê hatiye kuştin.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku Saziya Îstixbarata Mîlî (MÎT) ya Tirkiyê bi operasyoneke taybet, berpirsê payebilind ê YPGê li Kobanê kiriye armanc û di wê operasyonê de Kendal Ermenî jiyana xwe ji dest daye.

AAyê bi zarê çavkaniyên ewlehiyê diyar kiriye ku, Şahîn Tekîntangaç ê nav PKKê wek Kendal Ermenî tê nasîn, berê jî li Bakurê Kurdistanê, Agirî, Qers, Wan, Çewlîg û Bedlîsê fermandarî kiriye û di gelek çalakiyên dijî artêşa Tirkiyê de cih girtiye.

Di nûçeyê de, dema wê operasyona MÎTê û hûrgiliyên wê nehatine eşkere kirin.