Îsraîl: Me fermandarê payebilind ê Hizbullahê kust

09 January 2024 14:45 0 dîtin
Îsraîl: Me fermandarê payebilind ê Hizbullahê kust

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz angaşt ku Artêşa Îsraîlê duh di encama êrîşeke suîqestî de yek ji fermandarê payebilind ê Hizbullahê Visam Hasan Tavil kuştiye.

Wezîrê Karên Derve Katz ji televîzyona Kanal 14 a Îsraîlê re axivî û got ku herçend Îsraîl wek fermî xwe nede pişta vê suîqestê jî, Visam Hasan Tavil ji ali Îsraîlê ve hate kuştin.

Katz bal kişand ku Îsraîl, endamên Hizbullahê, binesaziya wê û sîstema wê ya parastinê dike armanc û got, "Me berpirsyariya kuştina fermandarê Hêza Ridvan ê ku di êrîşa li başûrê Lubnanê de hate kuştin girt ser xwe."

Wezîrê Îsraîlî got, "Em berdêl didin. Li vir şer heye, em di çarçoveyeke diyarkirî de tevdigerin. Me niha biryara astengkirina 150 hezar mûşekên Hîzbullahê nedaye, tenê biryara dabînkirina ewlehiya welatiyên xwe yên li herêma bakur û başûr û parastina dewleta Îsraîlê daye."