Îsraîl: Li gel Nasrallah 20 payebilindên Hizbullahê jî hatin kustin

29 September 2024 21:47 0 dîtin
Îsraîl: Li gel Nasrallah 20 payebilindên Hizbullahê jî hatin kustin

PeyamaKurd - Îsraîlê angaşt ku di hêrişa li dijî Baregeha Navendî ya Hizbullaha Lubnanê de, li gel Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah, 20 endamên Hizbullahê yên payeyên astên cuda hatine kuştin.

Ev angaşt ji aliyê artêşa Îsraîlê, bi daxuyaniyeke nivîskî hat.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di hêrişa şeva 27ê Îlonê de li gel Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah, 20 endamên Hizbullahê yên payeyên astên cuda hatine kuştin.

Hêrişa 27ê Îlonê

Weke tê zanîn artêşa Îsraîlê, di êvara 27ê Îlonê de, li dijî Baregeha Navendî ya Hizbullahê ya li paytexta Lubnanê Beyrûdê herişeke mezin pek anî.

Di 28ê Îlonê de artêşa Îsraîlê ragihand ku di hêrişê de Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah hatiye kuştin û piştî çend demjimêrên din Hizbullahê jî bi daxuyaniyekê mirina Nasrallah piştrast kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de her wiha hat gotin ku di hêrişê de, li gel Nasrallah çend endamên payebilind ên Hîzbullahê jî hatine kuştin û hat destnîşankirin ku di nav wan da fermandarê eniya başûr ê rêxistinê Alî Karakî jî heye.