Îsraîl: Fermandarê Hizbullahê hate kustin
PeyamaKurd - Sê çavkaniyên ewlehiyê duh ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî maleke sê qatî ya li Jumeycime ya başûrê Lubnanê de herî kêm 2 kes mirin û zêdeyî 10 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyan her wiha ragihandin ku lêgerîna kesên sax di bin kavilan de berdewam dike.
Du çavkaniyên ewlehiyê ji ajansa Reutersê re axivîn û diyar kirin ku yek ji wan 2 kesên ku di êrîşa Îsraîlê de hatine kuştin fermandarekî meydanî yê yekîneya Ridvan a Hizbullahê ye.
Hebîb Matûk ku di êrîşê de hat kuştin, li şûna fermandarekî din yê Ridvan ê ku di destpêka vê salê de di êrîşa Îsraîlê de hatibû kuştin, girt. Li gorî Reutersê, heman çavkaniyan diyar kirin ku Matûk di yek ji wan êrîşan de hatiye kuştin ku bajarokên sînorî yên Sefad El-Battih û Cumeycime kirine armanc.
Midûrê Nexweşxaneya Dewletê ya Tibnînê Mihemed Hemmadî ji Reutersê re ragihand ku piştî êrîşan 18 birîndar rakirin nexweşxaneyê û rewşa 2 ji wan giran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin