Îsraîl: Berpirsê mûsek û roketan ê Hizbullahê hate kustin
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan ên asmanî, li başûrê Libnanê, li nêzîkî bajarê Sûrê di operasyoneke hewayî de fermandarekî Hizbulahê kuştiye.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku navê wî fermandarî Qasim Efîf Seqlawî ye û ew berpirsê Yekîneya Mûşek û Roketan a Hizbullaha Lubnanê ye.
Hizbulahê jî bi daxuyaniyeke nivîskî kuştina Qasim Efîf Seqlawî piştrast kir. lê ti hûrgilî nedan.
Piştî ku di 7ê Cotmeha sala çûyî de Hemasê hêrişeke mezin bir ser Îsraîlê û şerê navbera Îsraîl û Hemasê mezin û berfireh bû, Hizbullah jî hêrişên muşekî û roketan li dijî Îsraîlê beşdarî şer bû.
Piştî beşdariya Hizbullahê Îsraîlê eniya Lubnanê jî vekir û li dijê Hizbullahê dest bi hêrişan kir.
Di hêrişên Îsraîlê yên ji 8ê Mijdara 2023yan vir ve 307 çekdarên Hizbulahê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin