Îsraîl: Me berpirsê darayî yê Hizbullahê li Sûriyê kust

22 October 2024 11:29 0 dîtin
Îsraîl: Me berpirsê darayî yê Hizbullahê li Sûriyê kust

PeyamaKurd – Îsraîlê ragihand ku berpirsê darayî yê Hizbullahê li Sûriyê kuştiye.

Hat îdiakirin ku Îsraîlê li Taxa Mezze ya Şamê ya paytexta Sûriyeyê êrîşa hewayî li dijî wesayîtekê pêk anî.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA'yê, Îsraîlê doh li gorî saeta herêmî saet 17.05'an de li Taxa Mezzeyê wesayîtek kir hedef.

Di nûçeyê de hat gotin, "Di êrîşê de 2 sivîl mirin û 3 sivîl jî birîndar bûn. Li herêmê xisarên madî çêbûn."

Îsraîl ji destpêka şerê navxweyî yê di sala 2011an de, car caran êrîşan li ser komên ku Îran piştgirîya wan dike û xalên leşkerî yên girêdayî artêşa Sûriyê li Sûriyê pêk tîne.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Admiral Danîel Hagarî di daxuyaniyekê de ragihand ku berpirsê kuştî yê Hizbullahê bi hevkariya Sûriye û Îranê bi firotina petrolê pere daye rêxistinê.