Hizbullahê bi mûsekan êrisî Îsraîlê kir
PeyamaKurd - Hizbullaha Lubnanê ragihand ku hêzên wan bi mûşekan êrişî baregeha hêzên hewayî ya artêşa Îsraîlê kiriye.
Hizbullahê ragihand ku ji başûrê Lubnanê gelek mûşek avêtine baregeha kontrola hewayî ya Îsraîlê.Huzbullaha Lubnanê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Hizbullahê bi dehan mûşek avêtine Baregeha Hêzên Asmanî ya Meron a Îsraîlê ku li serê Çiyayê Cermekê ye.
Di daxuyaniyê de her wiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku êrişa Hizbullahê ya li dijî baregeha esmanî, ji bo tolhildana êrîşa Îsraîlê ya ku duh li nêzîkî bajarê Baalbek ê Lubnanê li dijî baregehên Hizbullahê pêk anîbû hatiye kirin.Frokeyên şer ên Îsraîlê duh, yekem car, li bajarê Baalbek ku nêzîkî 120 kîlometreyan dûrî sînorê Lubnan û Îsraîlê ye, li dijî 2 baregehên Hizbullahê êriş pêk anîbûn û di êrîşan de 2 endamên Hizbullahê hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin