Amerîka, Kanada, Yekîtîya Ewropa û Japonya bang li Iraqê dikin: Helwestekê nîsan bide!
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Iraqê do bi daxuyaniyekê diyar kir, Amerîka, Kanada, Yekîtîya Ewropa û Japonya daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê kirine ku helwestekê di derbarê şerê Rûsya û Ukrayna de bigire.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, balyozên Yekîtiya Ewropa, Kanada, nûnerên balyozxaneyên Japonya û Amerîka li Bexdayê daxwaz ji Wezareta Karên Derve ya Iraqê kirine ku helwesta xwe ya fermî di derbarê referandûma Rûsyayê ya di derbarê sînorên siyasî yên Ukraynayê de ragihîne.
Herwiha Wezareta Karên Derve ya Iraqê da zanîn, ew ê li ser vê mijarê gotûbêj bikin û li gorî prensîbên siyasî yên Iraq û Komkara Erebî helwesta xwe ragihînin.
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên do li Bexdayê bi balyoz û nûnerên her du welatan re civiya û rewşa dawî ya şerê navbera Rûsya û Ukraynayê û helwesta Iraqê li ser wê mijarê gotûbêj kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin