Biden: Parastina Ewropa, Tirkiye û Kanadayê ji bo Amerîkayê karekî pîroz e!
PeyamaKurd - Serokê Amerîka Joe Biden, di gotara xwe ya lutkeya serokên welatên endamên NATO de dîyar kir, parastina Ewropa, Tirkiyi û Kanadayê ji bo Amerîka karekî pîroz e.
Biden piştî komcivîna G7an ya di dawîya hefteyê de li Brîtanyayê pêk hat, îro ji bo lutkeya NATOyê derbasî Brukselê bû.
Biden di axaftina xwe da diyar kir ku xala 5an a NATOyê peywireke pîroz e û got, "Ez dixwazim ku hemû Ewropa zanibe ku Amerîka li wir e."
Biden ragihand ku NATO ji bo wan gelek girîng e, ku dixwaze peywendîyan sererast bike ji ber ku Trump di dema seroktîya xwe ya çar salan de gotarên dijî hevalbendîya çekdar ya atomî radigihand û digot endamên wê "tawanbar" in.
Çav li rê ye ji bilî gotûbêjên li ser gefên Rûsyayê, endamên NATOyê cara yekem Çînê jî ji bo hevpeymana NATO ya welatên Rojavayî wek xetera ewlehîyê destnîşan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin