Rapor: Tirkiye her diçe ji Ewropayê dûr dikeve

31 October 2024 17:01 0 dîtin
Rapor: Tirkiye her diçe ji Ewropayê dûr dikeve

PeyamaKurd - Komîsyona Ewropayê rapora xwe ya berfirehbûnê ya derbarê 10 welatan de belav kir.  Komîsyona Ewropayê di beşa Tirkiyê ya raporê de ragihand ku li Tirkiyeyê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê nayên bicihanîn.

Di rapora ku li Brukselê ji aliyê Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell û Komîserê Berfirehkirinê Endam û Berpirsê Berfirehbûn û Cîrantiyê yê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Oliver Varhelyi ve hate eşkerekirin de, hate gotin ku Tirkiye her diçe bi paş ve diçe.

Di rapora 95 rûpelî de hatiye diyarkirin, Tirkiye ji bo danûstandinên endamtiya Yekîtiya Ewropayê ji 2018an bi pêş ve neçûye û hate gotin, Tirkiyeyê fikarên wan ên derbarê pîvanên demokratîk, serweriya yasayan û serxwebûna dadwerî û mafên bingehîn de ji holê ranekirine ku bi paş ve diçin.

Di beşeke raporê de tê gotin ku ji ber Sîstema Hikûmetê ya Serokomariyê rola parlamentoyê erkên qanûnî û çavdêriyê lawaz kirine û tê bibîrxistin, nêzîkî 8 hezar endam û rêvebirên HDP (DEM Partiya niha) girtî ne.

Li gorî raporê, Tirkiye ji aliyê serweriya yasa û mafên bingehîn ve li gor pîvanên Yekîtiya Ewropayê hîn di qonaxa yekem de ye û ti pêşketin çênebûne û pakêtên reformên darazê yên hatine qebûlkirin bandor li rakirina kêmasiyên bingehîn nekiriye.

Tirkiye biryarên DMMEyê red dike

Di raporê tê bibîrxistin ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê red dike.

Di raporê de xwestin, Tirkiye li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere û karsaz Osman Kavalayê ku ji doza Geziyê hatiye girtin were berdan.

Yekîtiya Ewropayê ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo dadweriya biryarên serbixwe û bêalî li gorî pîvanên Ewropayê bide, divê hewayeke siyasî ya guncav û yasayî bê avakirin, biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn bên pêkanîn û Desteya Dozger û Dadweran bê guhertin.