Amerîka li Iraqê balafirgeha balafirên B-52 ava dike

11 March 2021 21:44 0 dîtin
Amerîka li Iraqê balafirgeha balafirên B-52 ava dike

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên ewlehiyê ku ji medya Erebî re ragihandine, Amerîka hewl dide ji bo balafirên startejîk ên bombardimanê B-52yan li rojavayê parêzgeha Enbarê ango di nav baregeha Eyn Esed de balafirgehekê ava bike.

Çavkaniyeke ewlehiyê ji ajansa El Melûme re daye xuyakirin: “Hêzên Amerîkayê hewl didin balafirgehekê ji bo balafirên mezin ên moşekavêj ên cûreya B-52 di nav Binkeya Eyn Esed a Esmanî de li rojavayê Enbarê ava bike.”

Heman çavnakiyê diyar kiriye: “Hêzên Amerîkayê rûbereke pêwîst destnîşan kiriye ji bo avakirina wê balafirgehê û karên amadekirin û rastkirina erdê hatiye terxankirin û wisa tê çaverêkirin ku di demeke nêz de balafirgeh temam bibe.”

Hêjayî gotinê ye, hêzên Amerîkayê berî niha qada binkeya Eyn Esed berfireh kiribûn û erdên nû xistibûn ser.

Balafirên B-52 Stratofortress balafirên bombeavêj ên stratejîk in û ji sala 1954an ve di nav hêzên asmanî yên Amerîkayê de têne bikaranîn.