Amerîka: Me soza avakirina dewleta serbixwe nedaye Kurdên Sûriyê, lê...
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper got ku ew ji bo têkoşîna dijî DAIŞê li Sûriyê dimînin û da xuyakirin, “Me qet ji Kurdên Sûriyê re soza ku emê heta dawiyê bimînin û dewleteke serbixwe ji we re ava bikin nedaye. Lê belê em hê jî bi HSDê re ji nêzîk ve dixebitin…”
Esper li ser pirsa ‘Gelo hûn difikirin ku we bi vekişîna ji Sûriyê ya leşkerên xwe xiyanet li Kurdan kiriye?’ wiha axivî:
"Ji hêla taktîkî ve ev hest bi me re çêbûye. Me ligel wan şerê DAIŞê kir û xwîn rijand. Lê dema ji dûr ve em dinêrin, em ji bo berjewendiyên hevbeş li wê derê bûn. Helbet beşeke mezin a erdên DAIŞê dagir kiribû HSDê paşde stand û gelek şervan winda kirin. Me qet ji Kurdên Sûriyê re soza ku emê heta dawiyê bimînin û dewleteke serbixwe ji we re ava bikin nedaye. Lê belê em hê jî bi HSDê re ji nêzîk ve dixebitin û hevpeymanîbûna xwe didomînin.”
‘Em êrîşên Tirkiyê rast nabînin’
Esper di berdewamê de diyar kir ku sedema bingehîn a mayîna wan a li Sûriyê têkoşîna dijî DAIŞê ye û li ser êrîşên Tirkiyê jî got, “Em difikirin ku Tirkiyê pozîsyona xwe xistiye zorê. Em êrîşên ser bakurê Sûriyê rast nabînin. Lewra dibe sedema reva DAIŞiyan ji girtîgehan û kaosê li herêmê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin