Lavrov: Amerîka ji bo avakirina dewleta Kurd li Rojava her tistî dike
PeyamaKurd –Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku Amerîka li herêmên jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ên Rojhilatê Firatê ji bo avakirina dewleteke Kurdî her tiştî dike.
Lavrov li Forûma Aştiyê ya Parîsê da xuyakirin ku Amerîka dixwaze ji bo qadên petrolê yên herêmê (Rojava-Sûriye) bixe jêr kontrola xwe û bi beşdariya welatên Kendava Basrayê jî dewleteke Kurdî ava bike.
Lavrov got, "Amerîka ji bo avakirina qaşo dewletekê li Rojhilatê Firatê her tiştî dike û digel kontrola qadên petrolê, herwiha ji welatên Kendavê ji bo damezirandina rêveberiyeke herêmî bi destê HSDê daxwaza alîkariyên mezin dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin