Lavrov: Amerîka bi pistevaniya Kurdan ‘hêzeke nû’ ava dike!

10 May 2023 20:45 0 dîtin
Lavrov: Amerîka bi pistevaniya Kurdan ‘hêzeke nû’ ava dike!

PeyamaKurd - Civîna çaralî ya ji bo asayîkirina pêwendiyên Enqere-Şamê, îro 10ê Gulanê di asta wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye, Îran û Rûsyayê de, li Moskowê hat lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov beriya civînê daxuyanî dan û ji ber piştgiriya Kurdan rexne li Amerîkayê girtin û got ku Amerîka bi piştgiriya kurdan û eşîrên Sûriyê hêzeke nû ya leşkerî ava dike.

Sergey Lavrov got: “Amerîka êdî piştgirîya desthilata Kurdî li Rojhilata Firatê ku xweseriya xwe ragihandiye û pirçekkirna komên wan ên çekdar ên neqanûnî yên ku ji hêla wan ve hatine çêkirin, bes nabîne. Li gorî agahiyên me, Amerîkiyan bi beşdariya nûnerên eşîrên ereb ên herêmê, çekdarên DAIŞê û rêxistinên din ên terorîst li derdora Reqa ya Sûriyê dest bi avakirina "Artêşa Azad a Sûriyê" kirine.”

Sergey Lavrov îdia kir ku armanca Amerîkayê bikaranîna van çekdaran li dijî desthilatên çekdar ên rewa yên Sûriyê, ji bo têkdana rewşa welat e.

Lavrov got: “Eger hûn li dijî rêbazeke wiha nebin, wê demê baştirîn encama danûstandina me ya îroyîn ew e ku em bispêrin  pisporan da ku ta civîneke din a wezîran nexşerêyek ji bo normalîzekirina pêwendiyên Sûriye-Tirkiyê amade bikin û paşê emê wê pêşkêşî serokên dewletên me bikin.”

Wezîrê rûsî diyar kir ku mebesta wan beriya her tiştî pabendbûna serwerî, yekparçeyiya axa Sûriyê, serxwebûn û yekîtiya hemû welatên beşdarî civînê bûne ye û ev jî li ser armanc û prensîbên Peymana Neteweyên Yekbûyî ye.